Erdogan bo Gabriel: Hedê xwe bizane!

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan da xuyakirin, di dema referanduma Tirkiyê de Almanya destêwerdana nava Tirkiyê kiriye, li dema ew bang li Tirkên wê derê dikin, rayedarên Almanya bi destêwerdanê wî tometbar dikin.

Serokomar Erdogan ku di heman demê de Serokê Giştî yê AK Partiyê ye, beşdarî civîna Encumena AK Partî ya Bajarê Stenbolê bû.

Erdogan, Wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel tund rexne dike û dibêje divê di destpêkê de hed û sînorê xwe bizane.

Da xuyakirin, di dema referanduma Tirkiyê de, rayedarên Almanya nehîştine ew û wezîrên Tirkiyê li Almanya bangêşiya "Belê" bikin û nehîştine Serokomarê Tirkiyê biçe wê derê.

Erdogan got, dema ew bo Tirkên li Almanya tiştek dibêje, serokên partiyên dijbere heta Merkelê dijî wî helwest digrin û da xuyakirin, tu pêwendiya wan kes û helwestan bi demokrasiyê re nîne.