Hevpeymaniya Navdewletî, daxûyaniya civîna xwe ragihand

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ragihand, çareserkirina wan sedemên ku bûn e egerên serhildana DAÎŞê li Îraqê, dê aştî û aramiyek dirêj li pey xwe bîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ragihand, çareserkirina wan sedemên ku bûn e egerên serhildana DAÎŞê li Îraqê, dê aştî û aramiyek dirêj li pey xwe bîn e.

Di daxûyaniya dawiyê ya Wezîrên Derve yên welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAÎŞê de hatiye, serkeftina mezin ya li hember DAÎŞê bi qurbaniya endamên Hevpeymaniyê hatiye bidest xistin.

Di daxûyaniyê de hatiye jî, kontrolkirina hemû navçeyên di bin destê DAÎŞê de nayê wateya jinavbirina bi temamî ya DAÎŞê û gefên wê hîn man e. Erkê Hevpeymanan berdewam dibe, rahênan û alîkariyên serbazî û mirovî, herweha ji nû avakirina navçeyên wêrankirî û piştevaniya Hikûmeta Îraqê berdewam dibin.

Di daxûyaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê de hatiye jî, pêwîst e Hêzên ewlekarî û Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta hemû pêkhateyan be û hemû alî tê de beşdar bibin, û bi hikûmeta xwe bizanin, da ku ji dûbare serhildana DAÎŞê piştrast bibin.

Di dawiya daxûyaniyê de behsa wê yekê hatiye kirin, divê rêkarên pêwîst û yasayî li hember girtiyên biyanî yên DAÎŞê bê kirin, da ku ji wê yekê piştrast bin, ku carek din nebin gef.

 

 

 

C.B