Serok Barzanî: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ne tenê firokxane û budce ne

Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dîrokî, siyasî, netewî, mirovî, aborî û destûrî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî derbarê biryarên Bexdayê yên rakirina qedexeyê li ser firokxaneyên Herêma Kurdistanê de li ser hejmara xwe ya tûra civakî nivîsî, rakirina qedexeya li ser firokxaneyan gaveke baş e, lê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne tenê pirsa firokxane û mûçeyan in.

Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dîrokî, siyasî, netewî, mirovî, aborî û destûrî ne.

Duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî civîna ligel wezîrên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi amadebûna tevahiya efserên passport û nîşingehê li Iraq û Herêma Kurdistanê biryar da firokxaneyên Herêma Kurdistanê li pêş geştên navdewletî werin vekirin.

Piştre jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li vê gava vekirina firokxaneyan kir û hêvî xwast tevahiya pirsgirêkên din jî bêne çareserkirin.

Hihûmeta Iraqê roja 29 Îlona 2017an wek sizadanekê li ser encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê, geşta navdewletî li firokxaneyên Herêma Kurdistanê ragirt û çendîn sizayên din jî li ser Herêma Kurdistanê sepand.

 

S, B