Li rêya Wan - Çelê barhîlgira leşkerî teqiya

Liser rêya bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê barhîlgirek leşkerî ku di nav konvoyek serbazî de barê alavên leşkerî hebû, bi egera pirsgîrêka frênan ji kontrolê derket û teqiya. Ligor agahdariyên fermî tu ziyanên canî rû nedan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor zanyariyan barhilgira leşkerî ku alavên serbazî ber bi yekîneya serbazî ya bajarokê Çelê ya girêdayî Colemêrg a bakurê Kurdistanê dibir, li devera Erzikî teqiya. Tevayiya alavên serbazî yên barhîlgirê teqiyan û şewitîn, lê tê ragihandin k utu ziyanek canî nebûye. Lêkolîn jî girêdayî bûyerê destpê kirin e. Rêya di navbeyna Çelê û Wanê demek dirêj ji bo trafikê hate girtin.

Parêzeriya Colemêrgê liser rûdanê daxûyaniyek nivîskî belavkir ûş da diyarkirin ku, bi egera teqînê rêya di navbeyna Wanê – Çelê de, jib o parastina ewleyiya welatiyan hatiye girtin. Piştî aramkirina rewşê dê trafîk dîsa bê vekirin.

C.B