Fransa: Rûsya rêgiriyê li lêkolînên ser êrîşa kimyawî li Dûma dike

Fransa radighîne, Rûsya derbasbûna tîmên Rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî ji bo Dûmayê asteng dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Fransa radighîne, Rûsya derbasbûna tîmên Rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî ji bo Dûmayê asteng dike.

Wezîrê derve yê Fransayê Jean - Yves le Drian di daxûyaniyekê de ragihand, heta niha derbasbûna tîmên Rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî ji bo cihê, ku li Dûmayê bi kîmyawî hatibû bombebarankirin, nehatiye erê kirin.

Wezîrê derve yê Fransa herweha got, armanc ji wê rêgirtinê jî, veşartina belgeyên wê êrîşê ye, û divê bi awayekî bilez û bê astengî rê ji bo tîmên Rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî bê dayîn, ku derbasî Dûmayê bibin.

 

 

C.B