Rewşa Awarte li Tirkiye tê dirêjkirin

Encumena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê, biryara dirêjkirina rewşa awarte da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encumena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê, biryara dirêjkirina rewşa awarte da.

Encumena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê, bi Serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan civiya. Hat ragehandin, di civînê de, rewşa asayîşa herêmî, pêşketinên derve û hundir hatine nirxandin.

Encumena Asayîşê her weha biryara berdewamiya rewşa awarte ya Tirkiyê da. Tê çaverêkirin, hikûmeta Tirkiyê sibê biryarê arasteyê Parlamentoyê bike û rewşa awarte bo heyama 3 mehan, heftemîn car bê dirêjkirin.

 

 

C.B