Serok Barzanî pêşwaziya şanda polîtbîroya Hizba Şû'î ya Kurdistanê kir

Herdu alî hevdeng bûn ku hilbijartin baştirîn rê ye ji bo çarekirina kêşeyên û ji bo başkirina jiyana xelkê, pêwîst e aliyên siyasî alîkariya Hikûmetê bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 5/12/2017, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke polîtbîroya Hizba Şû'î ya Kurdistanê kir û di civînê de Serok Barzanî sipasiya helwesta Hizba Şû'î û alîgirên wê kir, li ser piştevaniya wan ji referandumê re û rola Hizba Şû'î di wê piroseya niştimanî ya giring de bilind nirxand.

Herweha serok Barzanî bi hûrî behsa qonaxa piştî referandomê û bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî û helwesta Bexda û ya civaka navdewletî kir.

Ji aliyê xwe ve şanda polîtbîroya Hizba Şû'î ya Kurdistanê tekezî li ser helwesta hizba xwe kir derbarê referandumê û pirsên niştimanî û nerîna xwe li ser kêşe û astengiyên li pêşya gelê Kurdistanê da xuyakirin.

Di beşekî din de ji civînê, rewşa xelkê û tedbîrên pêwîst ji bo derbaskirina vê qonaxê û pêwîstiya pêkanîna yekhelwestiya siyasî di navbera aliyên Kurdistanî de hat behskirin û herdu alî hevdeng bûn ku hilbijartin baştirîn rê ye ji bo çarekirina kêşeyên siyasî û ji bo başkirina jiyana xelkê, pêwîst e aliyên siyasî alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.