Nameyek ji welatên dûr: "Kurdên Xorasanê"

Nivîskarê Kurd yê navdar Selîm Temo li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi rêya bernameyekê derket pêşberî hezkiriyên xwe.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Nivîskarê Kurd yê navdar Selîm Temo li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi rêya bernameyekê derket pêşberî hezkiriyên xwe. Di çarçoveya bernameyê de Selîm Temo helbest xwendin û danasîna pirtûka xwe nû ya bi navê Kurdên Xorasanê kir. Herwiha Temo behsa naveroka vê pirtûka giranbûha ku ji welatên dûr çîrok û xerîbiya Kurdên Xorasanê radixe pêş çavan kir.

Nivîskar, helbestvan, akademisyen û wergêrê Kurd Selîm Temo ku heta niha bi nivîs, helbest û wêrgerê xwe yên bi Tirkî û Kurdî her di rojevê de ye pirtûkeke qedîm ya bi navê Kurdên Xorasanê bi Tirkî weşand û li Enqereya paytexta Tirkiyeyê danasîna pirtûka xwe kir. Ji bo vê pirtûka giranbûha ku ji welatên dûr çîrok û xerîbiya Kurdên Xorasanê radixe pêş çavan Temo dibêje: Dema ez diçûm Xorasanê wekî ku ez diçûm mala xalê xwe hewqasî nêzîkbûn Kurdên wê dere." Nivîskarê Kurd bi vê pirtûka xwe xwestiye hin bersivan bide pirsên derbarê jiyan, xeribî û dîroka Kurdên Xorasanê.

Nivîskarê Kurd Selîm Temo ji K24ê re got: “Bersiva îdeolojiya fermiye bi taybetî ku nêzî 120 salan ser Kurdên Elewî texrîbeteke zêde ya îdeolojîk heye min xwest bersiva wê bidim. Bersiveke din jî bom in bixwe ye ku li malbatê her digotin em ji Xorasanê hatin em nêviyê Rustemê Zal in. Wekî tarîxa xwe taybet, jiyana xwe taybet min bersivek da wê jî"

Selîm Temo ji bo nivîs û lêkolîna vê pirtûka xwe li gelek cihan geriyaye, 11 ziman, 3 alfabe, nameyên kevn, xerîte, lîstikên şanoyan û çîrok wekî çavkaniyan bi kar anîye. Herwiha Temo rave dike ku wî gelek lêkolîn kiriye û xwestiye layiqî Kurdên Xorasanê be çimkî wan nameyek şandibû bo welêt û wî jî ew name bixwere aniye"

Selîm Temo dibêje: “Gava ew çûn me ew ji bîr nekirin lê jibîrkirin ne ser tiştê rastî bû. Me şaş ew bibîr dianî, yan me got em ji wir hatine. Lê ji wan weye ku tu kes li pey wan nemaye. Kîjan xeribîye nizanim yanî Kurdistan xerîbiye an Xorasan xerîbiye?Ji ber wê pêşî difikirîm ku navê kitêbê bikim Hezar Sal Li Xerîbiyê lê ez dudulî bûm ku ew der xerîbiye an ev der xerîbiye, ji ber wê."

Ji aliyekî din ve hezkiriyên nivîskarê Kurd Selîm Temo eleqeyek mezin nîşanî bernameyê dan û fikr û ramanên xwe anîn ziman.

Siyasetmedar Alladdin Aras: "Hewce bû ku li ser kurdên Xorasanê bê nivîsandin. Beriya vê pirtûkê walahiyek hebû ger ev pirtûk vê walahiyê tejî bike dê baş be."

Xwendekar Aram Zal: "Me ew guhdar kir. Bi rastî guhdarkirina helberstên wî û nirxandinên wî gellek em pê pîroz bûn em pê kefxweş bûn."

Nivîskarê Kurd hêvî dike ku pirtûka Kurdên Xorasanê di pêşerojê de ji bo kesên ku bixwazin di vî warî de lêkolîn û xebatên pêk bînin re bibe wekî çawkaniyeke baş. Herwiha Temo ragihand ku pirtûka wî dê ji bo zimanê Kurdî, İngilîzî û Erebî jî were wergerandin.