Dijeterora Kurdistanê li ser êrîşa îro daxuyaniyek belav kir

Derbarê êrîşa îro 23.07.2018ê li ser Parêzgeriya Hewlêrê de pêk hatiye, Hêza Dijeteror a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û nasnameya êrîşkaran aşkera kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê êrîşa îro 23.07.2018ê li ser Parêzgeriya Hewlêrê de pêk hatiye, Hêza Dijeteror a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û nasnameya êrîşkaran aşkera kir.

Îro êrîşeke çekdarî li ser Parêzgariya Hewlêrê pêk hat û di encamê de fermanberekî parêzgehê şehîd bû, 5 karmendên ewlehiyê birîndar bûn û her sê êrîşkar hatin kuştin.

Hêza Dijeteror a Kurdistanê di rûpela xwe ya fermî li tûra civakî “Facebook” belav kir û tê de hat:

Ew sê çekdarên ku êrîşî ser avahiya parêzgeriya Hewlêrê kirine Kurd in û rûniştvanên Hewlêrê ne.

Li gor lêkolînên destpêkê ew sê çekdarên ku îro serê sibê êrîş kirin ser avahiya parêzgeriya Hewlêrê û di pevçûna li gel hêzên ewlehiyê de hatine kuştin, hemwelatiyên herêma Kurdistanê ne û rûniştvanên bajarê Hewlêrê, taxa Qelata Nû ne.

Navên wan waha ye; Rehêl Mihemed Rustem Musa jidayîkbûnê sala 2002an e. Bîlal Silêman Ebdulrehman Ehmed jidayîkbûnê sala 2000î ye. Ebdulrehman Rehîm Qadir Husên jidayîkbûnê sala 2002an e.

Hersê êrîşkar xwandevanên qonaxa amadehiyê ne.

 

S. B