Rojnamevanekî Kurd şehîd bû

Di dema romalkirina operasyonên artêşa Iraqê li taxa Mûsila Kevin, rojnamevanê Kurd Bextiyar Hedad şehîd bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dema romalkirina operasyonên artêşa Iraqê li taxa Mûsila Kevin, rojnamevanê Kurd Bextiyar Hedad şehîd bû.

Ji 2 rojan ve hêzên ewlehiya Iraqê karîn biçine nava taxa Mûsila Kevin û şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê berdewam e.

Îro di encama wî şerî de, rojnamevanê Kurd Bextiyar Hedad şehîd bû û 2 rojnamevanên Fransî jî birîndar bûn, ku Bextiyar wek wergêr ligel wan kar dikir.

Tîma televizyona France2 ku ji çend hefteyan bo romalkirina şerê  Mûsilê li Kurdistanê ye, îro di dema romalkirina şerê li taxa Mûsila Kevin û ji ber teqîna bombeyekê, herdu rojnamevanên Fransî birîndar bûn û Bextiyar Hedad jî ku wek wergêr ligel wan kar dikir şehîd bû.

Bextiyar Hedad ji xelkê Hewlêrê ye û kurê nivîskarê Kurd Dr. Ebdulah Hedad e.