Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Bergiriya Amerîka li Washngtonê civiyan

Di civînê de, Mesrûr Barzanî û John Rood behsa berdewamiya hevrêziya di navbera hêzên Ewlehiya Kurdistanê û Pêşmergeyan û hêzên Amerîkî de û şerê li dijî terorê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel Cîgirê Wezîrê Bergiriya Amerîka ji bo karûbarên siyasî dawîn pêşhat gotûbêj kir.

Di wê civînê de, Mesrûr Barzanî û John Rood behsa berdewamiya hevrêziya di navbera hêzên Ewlehiya Kurdistanê û Pêşmergeyan û hêzên Amerîkî de û şerê li dijî terorê kirin. 

Herwiha Mesrûr Barzanî bi hûrî behsa rêkarên bihêzkirin û birêxistina hêzên Pêşmerge, ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve kir.

Di beşekî din ê civînê de, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Bergirya Amerîka tekezî li ser pêkanîna Hikûmeteke niştmanî kirin û Mesrûr Barzanî derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê eşkere kir, ku ji serkirdatiya Kurdistanî re, ti lîst û kesatî ji bo pêkanîna Hikumeta nû ya Iraqê negiring in, lê serkirdatiya Kurdistanê li hevpeymanekî digire ku destûra Iraqî bicî bike û Hikûmeta nû li ser bingeha Lihevkirin û Hevpariyê were pêkanîn.

Mesrûr Barzanî û John Rood, ji bilî gotûbêjkirina pirsên girêdayî Iraq û Kurdistanê, çend pirsên taybet bi Rojhilata Navîn jî gotûbêj kirin.

N.O