Li Efrînê çekdarên Nûredîn Zenkî dest bi dizî û talanê kirine

150 çekdarên grûpa Nûredîn Zenkî bi ser gundekî Efrînê de digirin û ji bilî dizî û talanê, 40 malbatên çekdaran li wî gundî hatin bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

150 çekdarên grûpa Nûredîn Zenkî bi ser gundekî Efrînê de digirin û ji bilî dizî û talanê, 40 malbatên çekdaran jî li wî gundî hatin bicihkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di belav kir, 150 çekdarên grûpa Nûredîn Zenkî bi ser gundê Kêla yê ser bi navçeya Bilbilê ve girtin û dest bi dizî û talana malên gundiyan kirin û pere, zêr û kelûpelên gundiyan kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, malbatên 40 çekdarên wê grûpê jî li gundê Kêla hatin bicihkirin.

Ji destpêka sersalê ve şer û pevçûn di navbera grûpa Nûredîn Zenkî û Desteya Tehrîr Şam (Nusraya berê) de li gundewarê di navbera Heleb û Idlibê de derket û di encamê çekdarên de Nûredîn Zenkî grûpa xwe hilweşandin û hejmarek mezin çekdarên wê grûpê jî reviyan herêma Efrînê.

Piştî têkçûna grûpa Nûredîn Zenkî li pêş Nusrayê jî, niha li Efrînê dest bi dizî û talankirina Kurdên Efrînê kirine û dest datînin ser malan û tê de bicih dibin.

 

S. B