Amerîka pêgeha xwe li Minbic bihêztir dike

HSD: Fermandeyên Amerîkî li Minbic berdewam çavdêriya sengeran dikin û hin caran tên û bi şev jî li sengeran dimînin, berê her çend rojan carekê dihatin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku Tirkiyê çendîn caran gefên êrîşkirinê li ser Minbic da, serbazên Amerîkî li wê navçeyê rojane çavdêriya sînûrên navbera civata serbazî ya Minbic û Mertala Firatê û artêşa Tirkiyê dikin û Amerîka hejmara serbazên xwe li wê navçeyê zêde kir.

Peyvdarê encûmena serbazî ya Minbic Şervan Derwîş ji Kurdistan24ê re got: "Hatina fermandeyên Amerîka ji bo Minbic, peyamêke ji wan aliyan re ku dixwazin êrîşî Minbic bikin, herwiha ew yek tekeziyê li ser berdewamiya hevkarî û piştevaniya hêzên Amerîkî ji bo xelkê Minbic dike".

Ev yek di demekê de ye, ku ber çend rojan Tirkiyê ji Amerîka xwestibû ku hêzên xwe ji Minbic bikşîne, ji ber ku ew dixwaze operasyonekê wek ya Efrînê li Minbic jî destpê bike, lê di beramberî wan daxwazên Tirkiyê de, fermandeyên pile bilind yên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û Sûrya, tekeziyê li ser mana serbazên welatê xwe dikin li wê deverê û hejmarek ji fermandeyên Amerîka serdana sengerên HSDê li Minbic kirin.

Fermandeyê HSDê li bereya Çemê Sacûr Xelîl Elî ji Kurdistan24ê re got: "Fermandeyên Amerîkî berdewam çavdêriya sengeran dikin û hin caran tên û bi şev jî li sengeran dimînin, berê her çend rojan carekê dihatin, lê niha rojane tên sengeran û bi başî çavdêriya rewşê dikin".