Hisên Emîr Ebdulehiyan: Divê Amerîka ji Sûryê derkeve

Ebdulehiyan: Vekişîna hêzên biyanî ji Sûryê wê bihêle ku berpirsên wî welatî, bi beşdariya tevahiya pêkhateyên Sûrî, dest bi hilbijartinên azad bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê taybet ê serokê Perlemana Îranê Hisên Emîr Ebdulehiyan ragihand, ku pêwîst e Amerîka ji Sûryê derkeve heya hilbijartinên azad li wî welatî bên kirin.

Hisên Emîr Ebdulehiyan diyar kir, ku li gel nemana DAIŞê li Sûryê, divê tevahiya hêzên biyanî yên nerewa ji wî welatî derkevin û di nav de jî yên Amerîkî, ku niha hejmarek ji bingehên serbazî ji xwe re di nav Sûryê de ava kirine.

Ebdulehiyan got jî: Vekişîna wan hêzan ji Sûryê wê bihêle ku berpirsên wî welatî, bi beşdariya tevahiya pêkhateyên Sûrî, dest bi hilbijartinên azad bikin.

Navhatî tekez jî kir, ku Amerîka di dema dawî de hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê ji bo bingehên xwe yên bakurê Efxanistanê û navçeyên rojavayê Asya û bakurê Efrîqya veguhestiye.

N.O