Kurdistan Kamûran Yuksek: Gelê me bersiva rayedarên hikûmeta da

Kamûran Yuksek: Gelê me bersiva rayedarên hikûmeta da

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, ji Ewropayê li ser encama Referandûma 16’ê Nîsana 2017’an a Tirkiyeyê, bi navbeynkariya nameyekê daxuyanî da. Yuksek di daxuyaniyê de diyar kir ku encama referandûmê ya giştî çawa be jî gelê Kurd ê li Bakur û Rojavayê Tirkiyê bersiva Ak Partiyê da û jê re got Nexêr! Hevserokê DBP’ê amaje kir ku rewşa bi şik û guman a referandûmê, li Tirkiye û nav neteweyan rewabûna xwe wenda kiriye.

Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek ku di 18’ê Adara 2017’an de ji bo xebatên referandûmê çûbû Ewropayê û di 28’ê Adara 2017’an de di derbarê wî de ji ber Doza KCK’ê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê û biryara bi zor veguhestina wî ya girtîgehê hatibû dayîn, ji Ewropayê venegeriya û encama referandûmê bi daxuyaniyekê nirxand.

Yuksek di daxuyaniya xwe de got: ‘ Ji 7’ê Hezîrana 2015’an û bi vir ve ye li ser partiya me û li ser endam û rêveberên me, her wiha li ser şaredariyên me pêkutî hene, lê gelê me di sindoqan de bersiva rayedarên hikûmeta da.’

Hevserokê DBP’ê  diyar kir ku, Ak Partî li Bakurê Kurdistanê, li Herêma Ege, Marmara û Behra Spî têk çûye û di nav Anatolya Navîn û Behra Reş de asê maye. Yuksek ji bo rêjeya ku ji dengên Kurdan pêk hat, spasiya gel kir.