Şam jî, ji rêkeftina Soçî razî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku, Rêkeftina Soçî ya di navbeyna Tirkiye û Rûsya de, ji alî hukimeta Sûriye bi erênî hate pêşwazîkirin.
Ligor rêkeftina Soçî ya di navbeyna Rûsya û Tirkiye de, her du welat erk a pêkanîna herêmek bê çek digrin ser xwe, bi vî awayî jî rê liber pêkanîna Operasyonek hemberî Idlib tê girtin.
Suriye ji aliyê xwe ve, vê rêkeftinê di çarçoveya “herêmên kêmkirina şer” digrin dest û rêkeftinê jî wekî encamek pêwendiyên xûrt ên di navbeyna Şam û Moskow de binav dikin.
Herweha tê ragihandin ku, rêkeftin demkî ye û hukimeta Suriye dê liser tevayiya xaka Suriye kontrola xwe bisepîn e.
C.B