Rûsya: Em naxwazin cihê xwe li Sûriyê çê kin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya dibêje ew naxwaze li Sûriyê bicih bibe û dibêje: “Şandina hêzê ji bo Sûriyê tenê ji bo şerê terorê ye.”
Serokê şanda Rûsya di gera şeşan ya danûstandinên Astana de Alexander Lavrentiev, di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand, Rûsya naxwaze cihê piyê xwe li Sûriyê ji bo demeke dirêj biçespîne, û şandina hêzên Rûsî ji bo Sûrya tenê ji bo şerê terorê bû.
Lavrentiev got: “Opozisyona Sûriyê nerm bû ye û nema Rûsya wek hêzeke dagîrker dibîne û dibîne ku Rûsya ji bo aştiyê hatiye Sûriyê.