“Rêkeftinek bi dizî di navbeyna Erdogan û Putin de heye”

Nivîskarê Hurriyet Abdulkadir Selvî diyar dike ku, ev rêkeftina bi dizî liser rojhilatê Firatê ye!

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevanê agahdarî hukimeta Tirkiye û nêzîkî AK Partiyê yê rojnameya Hurriyet a Tirkî Abdulkadir Selvî, di gotara xwe de îşareta wê yekê dike ku, helwêstên dawî yên berpirsên Tirkiye û Rûsya û axaftinê Erdogan dikarin diyardeya wê yekê bin ku, di navbeyna Putin û Erdogan de rêkeftinek bi dizî liser rojhilatê Firatê heye!

Ligor Selvî, peyamên Erdogan ku li Amerika jî dide, balkişandin a Amerika ye ku, Tirkiye ligel Rûsya amade ye “herêmên ewle” li Sûriye berfereh bike.

Selvî destnîşan dike: “Îşaretên rêkeftina her du aliyan – Rûsya û Tirkiye di Rêkeftina Soçî benda 10an de tên dîtin. Di wê xalê de tê gotin: Her du alî rêkeftin ku, di şerê li dijî terorê de biryarder in! Lê, di hurgiliyên vê xalê de çi tê gotin, her du welatan ne ragihandiye. Bêguman welat rêkeftinên xwe yên dizî eşkere nakin!”

Nivîskarê Hurriyet diyar dike ku, ev rêkeftina bi dizî liser rojhilatê Firatê ye!

 

 

C.B