Soylu ji gotina - dagîrkeriya Efrînê, aciz bû!

Di Parlamentoya Tirkiyê de, liser dagirkirina Efrînê şerê devkî derket. Wezîrê Navxweyî Silêman Soylu, gef li hin parlamenterên HDPê xwar

K24 – Navenda Nûçeyan

Di Parlamentoya Tirkiyê de, liser dagirkirina Efrînê şerê devkî derket. Wezîrê Navxweyî Silêman Soylu, gef li hin parlamenterên HDPê xwar.

Di Parlamentoya Tirkiyê de, budçeya Wezareta Navxweyî ya sala 2019an hat gotubêjkirin. Parlamentera HDPê Ebru Gunay, di axaftina xwe de behsa dagirkirina Efrînê û kiryarên li wê derê rû didin kir.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, gef li parlamentera HDPê xwar, ku behsa dagirkirina Efrînê dike got, ji bo têkdana Parlamentoyê hatiye.

Parlamenterê HDPê Garo Paylan jî da xuyakirin, gefa herî mezin a dijî aştiya navxweyî ya Tirkiyê Silêman Soylu ye û ew dê bi kiryarên xwe yên xerab were bibîranîn.

 

 

C.B