DAIŞ muxtarekî li Kerkûkê dikuje

Çekdarên DAIŞê karîn biçin nav gundekî rojavayê Kerkûkê û bi tometa ku alîkariya hêzên ewlehiyê dike, muxtarê gund jî dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê karîn biçin nav gundekî rojavayê Kerkûkê û bi tometa ku alîkariya hêzên ewlehiyê dike, muxtarê gund jî dikujin.

Çavkaniya ewlehiyê ya li parêzgeha Kerkûkê ragehand: ‘’Derengê şeva borî hejmarek çekdarên DAIŞê çûn nav gundê Zirban a ser bi bajarokê Riyazê ya rojavayê Kerkûkê û muxtarê gund ê bi navê Mehcûb Ehmed di mala wî de kuştin.’’

Heman çavkaniyê diyar kir, DAIŞê bi tometa ku ew muxtar alîkariya saziyên ewlehiyê kiriye ew kuştine û piştî kuştina muxtar jî revîn.

Kerkûk û derdora wê ji 16ê cotmehê 2017ê ve ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve bi alîkariya grubek nav YNKê ve hatiye dagir kirin. Ji aliyê ewlehiyê ve seqamgîr nîne û DAIŞ jî demeke kiryarên terorîstî li wê herêmê pêktîne.

 

S. B