Li Diyarbekirê 12 endamên El-Nusrayê hatin binçavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê 12 kes bi tometa endamtiya El-Nusreyê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Diyarbekirê de, hêzên dijîterora Tirkiyê, li Diyarbekirê hember rêwistina El Nusra ya cîhadî operasyon pêk anîn û ser bi gelek mal û navnîşanan ve girtin.

Di operasyonê de 12 kesên ku bi endamtiya El-Nusre tên tometbarkirin, hatin binçavkirin. Bi wan re gelek dokumentên elektronîk û rêxistinî jî hatin desteserkirin.

Lêpirsîna gumanbaran di Birêveberiya Polîs de berdewam dike.