PDK û Gorran dê bigehin rêkkevtin a dawîyê

Li ser dawî pêngav ên pêkanîn a kabîne ta nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê, Kurdistn 24ê zanêye ku Bizav a Gorran (bi merc razî bûye) cêgirek dê bo serok ê herêmê bihê zêdekirin.

K24- Hewlêr

Li ser dawî pêngav ên pêkanîn a kabîne ta nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê, Kurdistn 24ê zanêye ku Bizav a Gorran (bi merc razî bûye) cêgirek dê bo serok ê herêmê bihê zêdekirin.

Endamek ê serkirdatî ya Partî ya Demukrat a Kurdistanê (PDK) aşkera dike renge li gel Gorran bigehîn rêkkevtinê li ser zêdekirin a cêgirek dî bo serok ê Herêm a Kurdistanê.endamekê Civat a Gorranê jî dibêje: Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hewil da astengan bo rêkkevtin a PDKyê û Gorranê durist bike, lê neşîya.

YNK ji alîyê xwe ve dawî bi danûstandinan anîye, ev jî ji alî yê gotebêjê wê hizbê bi aşkera hatîye ragehandin. Ew li gel PDKyê nakevin nav danûstandinan , çunku ew li gel PDKyê rêkkevtine, alîyê dî yê veşartî bo evê axivtnê, ewe rêkkevtin a di navber a PDKyê û Ynkyê li ser post a cêgirê serok ê Herêmê hatîye kirin.

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, Gorran li beranber wergirtin a post ê dî , qibûl kirîye cêgireke dî bo serok ê Herêmê bihê zêdekirin, anku cêgirek bo YNK û cêgirek bo Bizav a Gorranê.

Bryare jî bi van nêzîkan PDK û Gorran bi hev re bicivin.