Bi vîdyo.. Leşkerekî Rûsî rêgiriyê li Esed dike

Li Binkeya Himêmîmê ya leşkerî, leşkerekî Rûsî rêgiriyê li Serokê Sûriyê Beşar Esed dike ku bi dû Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bikeve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Binkeya Himêmîmê ya leşkerî, leşkerekî Rûsî rêgiriyê li Serokê Sûriyê Beşar Esed dike ku bi dû Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bikeve.

Di girtevîdyoyekê de ku kenala “Rûsya Today” belav kiriye, tê de diyar dibe, Serokê Sûriyê Beşar Esed li binkeya Himêmînê pêşwaziyê li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dike û dema Putin diçe gotarekê pêşkêş bike, efserekî Rûsî rê nade Esed bi dû Putin bikeve.

Îro serokê Rûsya Vladimer Putin bi serdanekê gihişte Sûriyê û li bingeha serbazî ya Rûsî Himêmîmê ligel serokê Sûriyê civînek lidar xist.

Hat ragihandin, Putin ferman bi hêzên Rûsî daye ku ji Sûriyê vekişin, lê hêzên Rûsya li binkeya Himêmîmê ya leşkerî li Laziqiyê û navenda deryayî ya li Tertûsê bi awayekî her timî dimînin.