Kuwêt 2 milyar Dolar ji Iraqê re Texan dike

Mîrê Kuwêtê ragehand, ku welatê wî dê yek milyarek Dolar ya wek alîkarî dê bidin û milyarek Dolar jî bi deyn dê bidin Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîrê Kuwêtê ragehand, ku welatê wî dê yek milyarek Dolar ya wek alîkarî dê bidin û milyarek Dolar jî bi deyn dê bidin Iraqê.

Îro 14.02.2018ê Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Cabir Ehmed El Subah di roja sêyem û dawî ya kongreya dubare avakirina Iraqê de ragihand, di kongreyê de 4 milyar Dolar ji bo Iraqê hatine komkirin.

Şêx Sebah Cabir ragihand, welatê wî dê du milyar Dolar pêşkeşî Iraqê bike ku dubare bajarên wêranbûyî bên avakirin, ku yek milyarek Dolar ya wek alîkarî dê bidin û milyarek Dolar jî bi deyn dê bidin Iraqê.

Kongreya avadakirina Iraqê roja 12.02.2018ê li Kuwîtê dest pê kir û sê rojan berdewam kir.