Barzanî: Gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Bayozê Brîtanya li Iraqê Francis Baker û şanda pê re ragihand, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Bayozê Brîtanya li Iraqê  Francis Baker û şanda pê re ragihand, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hate kirin. Herwiha ronahî jî hate xistin li ser pêşeroja pêwendiyên herêm û Bexdayê bû biryara gelê Kurdistanê ya birêvebirina referandûmê di 25ê Îlona îsal de.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran hebin.