Brîtanya daxwaza beşdariya PYDê di proseya siyasî ya Sûriyê dike

Perlemana Birîtanya, derbarê êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Birîtanya di wan bûyeran civînekê taybet bi rê ve dibe. Wezîrê Dewletê Brîtanyayê yê Karûbarên Derve Alistair Burt bersivên parlemantaran dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Perlemana Birîtanya, derbarê êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Birîtanya di wan bûyeran civînekê taybet bi rê ve dibe. Wezîrê Dewletê Brîtanyayê yê Karûbarên Derve Alistair Burt bersivên parlemantaran dan.

Alistair Burt derbar rewşa Tirkiyê û PKK de got: “Karê pêşîne ya Tirkiyê wek ew bixwe dibêjin şerê PKKê ye. Me siyaseta PKK şermezar kir. Tirkiyeke hevbeşeke me sereke bû di şerê li dijî DAIŞ. Ji ber çalakiyên PKKê rewşa ewlehiya Tirkiyê xirab e. Di sala 2015an de şer di navbera wan de hebû, me jî nîgeraniya xwe derbirî.”

Herwiha got: “Dixwazin çareriyek bê dîtin. Heger bixwazin em beşdar bin divê em hevkariyê bikin, ji bo guftûgo û rêkeftin bê kirin di navbera Tirkiye û PKKê de hebe.”

Alistair Burt got jî: “Em dixwazin heger hewlek hebe, hevkariya hikûmeta Tirkiye û PKK çareseriyeke bê kirin û her du aliyan bînin ser baweriyekê ku bi danûstandin çareseriya pirsgirêkan bikin. Çima na ku hikûmeta Tirkiyê bi PKK re li ser masê guftûgoyê bikin.”

Derbarê pêwendiyên di navbera PKK û YPGê de got, heger pêwendiyek di navbera wan de hebe, ew cihê nîgeraniya me ye.

Alîkara Burt ya di civînê de got: “HSD ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tê piştevanîkirin û YPG ligel hêzên Erebî beşek in ji wê hêzên. Tê gotin ku cure pêwendiyek di navbera PKK û YPG de hebe. Ev hemû rêxistin Abdulah Ocalan ji xwe Rêber dibînin. Ti belge di destê me de tune ne ku pêwendî di navbera wan de hene.”

Li ser pirsa, ew çekên ku ji aliyê welatên NATO ji bo YPGê tên dan, digihin PKKê, ta şerê Tiriyê pê were kirin? Wezîrê Dewletê Brîtanyayê yê Karûbarên Derve  got: “Ti belge di destê me de tune, ku ew çek gihêştibin destê PKKê.”

Derbarê rewşa Sûriyê û Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyê de Alistair Burt got: “Em piştevaniya De Mistura li danûstandinên Cenêvê dikin ku take rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye. Em piştevaniyê li yekperçeya xaka Sûriyê dikin. Piştî şer û kuştinê û tawanê Esed, divê bi yek prose pirsgirêkên Sûriye çareser bibin. Ew jî proseya Cenêv e.”

Herwiha got: “PYD ligel pêkhateyên navçeyê rêveberiyek damezrandiye û ta radeyekê piştevaniyeke yasayî wergirtiye. Em jî di riya Hevpeyamniya Navdewletî pêwendiya me ligel wan berdewam dibin.”

Got jî: “Brîtanya dixwaze proseyeke siyasî ya giştgîr hebe û PYD tê de beşdar be.”

Amaje bi wê jî kir, PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) akterên gelekî girîng in li bakurê Sûriyê.