Mele Bextyar: Berjewendçiyan helwesta xwe guherandin

Mele Bextyar: Divê nirxandinek ji hemû bûyeran re bê kirin, di nav de jî, bûyera karesatbar a Kerkûkê, li ser her kes û girûp û aliyekî, her tawanek bê piştrastkirin, divê dadgeh tundtirîn siza lê bibirre.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di salvegera bûyerên şazdê Cotmehê de, berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mele Bextyar tekez kir, ku berijwendçiyan helwesta xwe guherandin.

Mele Bextyar di peyamekê de, bûyerên şazdê Cotmehê bi rojeke reş ji bo Kurdistanê binav kir.

Herwiha Mele Bextyar di peyama xwe de nivîsiye: Niha jî nerîna min her ya berê û nehatiye guhertin. Berijwendçiyan helwesta xwe guhertin.

Di peyama xwe de, Mele Bextyar heman daxuyaniya xwe ya par belav kiriye, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê derxistibû û têde gotibû: Ez li bendî wê yekê me, ku Perlemana Kurdistan, yan her komîteyeke şareza û bêalî, nirxandineke kûr û berfireh, bi belge, ji hemû bûyeran re bike, di nav de jî, bûyera karesatbar a Kerkûkê, li ser her kes û girûp û aliyekî, her tawanek bê piştrastkirin, divê dadgeh tundtirîn siza lê bibirre.

N.O