Kurdistan Koçber ji aliyê DAIŞê ve tên armanckirin

Koçber ji aliyê DAIŞê ve tên armanckirin

K24 – Bakurê Reqa

Hin malbat ji bakurê Reqayê careke din li gundên xwe vedgerin, lê di riya vegerê de hejamrek ji wan dibin qurbaniyên topên çekdarên DAIŞê. Ev yek ji dibe mîna berbestekê li pêş vegera koçberan.

Metirsiya mana DAIŞê li bakurê parêzgha Reqayê ber bi dawî ve diçe. Bi dehan malbat piştî demekê ji koçberiyê kom dibin, da ku li malên xwe vegerin, ev yek jî hat piştî derxistina çekdarên DAIŞê ji gundên bakurê Reqayê. Niha tenê 25 k.m di navbera şervanên pêngava Hêrsa Ferat û bajêr de maye.

Di heman çarçoveyê de li başûrê bajarokê Til El-Semin jî rojane bi sedan koçber tev ejalên xwe, vedigerin deverên ku HSDê nû kontrol dike, lê ji aliyê topên DAIŞê ve tên armanckirin û di encamê de hejmarek sivîl ligel keriyên xwe dibin qurbanî. Li gor şervanên pêngava Hêrsa Ferat dibêjin, çekdarên DAIŞê rê nadin koçberan ku li gund û malên xwe vegerin û ta bi jin û zarokan jî armanc dikin.

Ta niha nêzî 8 hezar û 500 koçber ji parêzgeha Reqayê li deverên jêr desthilata HSDê neştecî bûne, koçber ne tenê ji ber şer û pevçûnan koçber dibin, çimkî ji bilî zordariya DAIŞê, nebûna pêdiviyên jiyanê yên sereke li deverên wan zehmetî û astengiyeke mezin ji wan re çê dikir.