1500 çekdarên Hêzên Nuxba tevlî HSDê dibin

Hezar û 500 çekdarên ji Hêzên Nuxbe ji wê hêzên cuda bûn û tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hezar û 500 çekdarên ji Hêzên Nuxbe ji wê hêzên cuda bûn û tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn.

Heft ketîbe ji xelkê Dêrezorê ku cihê wan di nava Hêzên Nuxba yên ser bi Serokê “Teyar El-Xed” a Ehmed Cerba ve bûn, di daxuyanyekê de ragihandin, ku ew ji Hêzên Nuxba cuda bûne û tevlî HSDê bûne.

Amaje bi wê jî kirin, ku sedema cudabûna wan ji Artêşa Azad a opozîsyona Sûriyê ew e, ji armanca şoreşa Sûriyê derketiye.

Ew heft ketîbe ji herdu êlên Begara û Şiêtat in û li gor daxuyaniya wan,  ew tevî çekê xwe tevlî HSDê bûne û hejmara wan hezar û 500 çekdar in û ew ê di gel HSDê dest bi operasyona kontrolkirina Dêrezorê jî bikin.

Hêzên Nuxbe ser bi Serokê “Teyar El-Xed” a Ehmed Cerba ne, bi awayekî cuda beşdarî operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê bûbûn.

Berî niha Hêzên Nuxba bi sedema pêwendIyên wan ligel HSDê 40 endamên xwe ji erkê wan dûr xistibûn.