Rojhilatê Kurdistan girevê digire

Biryar e îro xelkê Rojhilatê Kurdistan, li dijî bidarvekirina sê çalakvanên siyasî Kurd û êrîşa mûşekî ya Îranê li ser baregehên HDK û HDKÎ, girevê bigirin û ji malên xwe dernekevin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Biryar e îro xelkê Rojhilatê Kurdistan, li dijî bidarvekirina sê çalakvanên siyasî Kurd û êrîşa mûşekî ya Îranê li ser baregehên HDK û HDKÎ, girevê bigirin û ji malên xwe dernekevin.

Kempînek ji aliyê çalakvanên siyasî û sivîl ve, li Rojhilatê Kurdistanê ji bo girevgirtina sertaserî hatiye ragihandin, ew kempîn ku bi piştevaniya partiyên siyasî ye, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê xwestiye ku îro çarşemê, ji malên xwe dernekevin.

Roja şemiya derbasbûyî 8ê Êlûna 2018an, Supaya Pasdaran a Îranê, bi 7 mûşekan baregeha HDK bordûman kir, ku di encamê de 15 kes "Şehîd" bûn û bêtirî 40 kesî birîndar bûn, di heman rojê de, sê çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Ramîn Hisên Penahî û Luqman û Zanyar Muradî ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatin bidarvekirin.

N.O