Kurdistan PDK û YNK rewşa Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

PDK û YNK rewşa Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bicivin.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, sibe herdu Polîtbîroyên PDK û YNKê li Hewlêrê derbarê dawî pêşhatinên siyasî, pêwendiyên di navbera herdu akiyan de û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de bicivin.

Li gor zanyariyên K24ê, Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serokatiya şanda PDKê dike, herwiha şanda YNKê jî bi serokatiya Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya YNKê Mela Bextiyar e.

Ev civîn di demekê de ye, duh Polîtbîroya PDKê bi mebesta destpêkirina gera duyem ya civînan bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiyabû.

Di 20 Mijdarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bo aliyên siyasî daxwaz kir, aliyên siyasî bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bicivin û derbarê pirsên serokatî, parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotbêj bikin.

Piştî peyama Barzanî, PDKê wek destpêşxerî şandeke xwe bo guftûgokirin ligel aliyên siyasî ava kir û dest bi hevdîtinên ligel aliyên siyasî kir, di çend rojên bê de jî gera duyem ya ligel aliyên siyasî dest pê dike.