Sûriyê Balyozxaneya Rûsî ya li Şamê rastî êrîşê hat

Balyozxaneya Rûsî ya li Şamê rastî êrîşê hat
Şama Paytext

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Rûsya li Şamê Aliksandir Kînşak îro ragihand ku, şeva bûrî avahiyeke balyozxaneya wan  li Şamê ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve rastî êrîşekê hat û di encamê de ew avahî hate jinav birin.

Balyozê Rûsya li Şamê tekez jî kir ku, ti ziyanên canî nebû ji ber ti kes di wê avahiyê de nebû.

Ji roja 19 Adarê ve, çekdarên opozîsyonê êrîşî nava Şama paytext bi taybet li taxa Cober û Ebasiyîn dikin. li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovanî, rêjîma Sûriyê jî bi tundî deverên opozîsyonê li rojhilatê Şamê bombebaran dike.

Ev ne cara yekem e ku balyozxaneya Rûsya li Şamê rastî êrîşan tê.