Kammenos: Leşkerên me bi biryara Erdogan hatin girtin

Wezîrê berevanî yê Yunanistanê Panos Kammenos da diyarkirin ku, her du leşkerên yunanî yên di meha Adar a îsal de hatî girtin, bi biryara Erdogan bûye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berevanî yê Yunanistanê Panos Kammenos da diyarkirin ku, her du leşkerên yunanî yên di meha Adar a îsal de hatî girtin, bi biryara Erdogan bûye.

Kammenos ji telewizyona Antenna a yunanî re axifî û da destnîşankirin: “Bi egera ku heşt leşkerên Tirk ku daxwaza penaberiyê li Yunanistanê kirin e, bi wan bên guherandin Serokomarê Tirkiyê Erdogan biryara girtina du leşkerên me da. Wan leşkerên me tu kiryar lidij Tirkiye nekirin e, tenê dan e dûv şopên penaberan, bi vî awayî bi şaşîtî 150 metreyan derbasî nav sînorê Tirkiye bû bûn. Di rastiyê de, ev ne egera girtin a leşkerên me ye”.

Di dema dawî de rewşa leşkerên Tirk ku penaberî li Yunanistanê xwestin e, du leşkerên Yunanî li Tirkiye hatî girtin jî dinav de, çendîn alozî girêdayî lêgerînên neftê li Deyaya Spî, rewşa çendîn giravan li Deryaya Ege û h w d… di navbeyna Atîna û Enqere de tên jiyandin.

 

 

C.B