Amerîka: Naxwazin Tirkiye êrîşî Efrînê bike

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kir ku li dijî terorê şer bike û girîngiyê tenê bide wê babetê û piştevaniya Tirkiyê nakin ku êrîşî Efrînê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kir ku li dijî terorê şer bike û girîngiyê tenê bide wê babetê û piştevaniya Tirkiyê nakin ku êrîşî Efrînê bike.

Derbarê pirsa peymanêrê K24ê de ya derbarê gefê Tirkiyê li dijî Efrînê de, Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ew naxwazin Tirkiye geveke ji wê cure bike, divê Tirkiyê girîngiyê bide şerê li dijî DAIŞê.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka tekez kir, divê şerê hemûyan li dijî DAIŞê be û niha daxwaz ji Tirkiyê dikin, tenê girîngiyê bide şerê DAIŞ û terorê.

Ev çend roj in Tirkiyê daxuyaniyên hêzeke leşkerî li ser sînor û li hember Efrînê kom kiriye û gefa operasyoneke serbazî li Efrînî dixwe û gundên Efrînê topbaran dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu duh got: "Emê derbasî her yek ji Minbic û Efrînê bibin û em nema li hêviya sozên Amerîka dimînin, ji ber ku heya niha Amerîka sozên xwe yên derbarê Minbic û Reqayê bicî nekiriye".