Li Tirkiyê trênek qelibî.. 10 kes mirin

Li Tirkiyê li bajarê Tekîrdaxê trênek qelibî. Di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan 73 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê li bajarê Tekîrdaxê trênek qelibî. Di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan 73 kes jî birîndar bûn.

Parêzgarê Tekîrdaxê da xuyakirin, li navçeya Çorlu, 6 wagonên trêneke rêwiyan qelibîne û jiber heriyê nikarin tîmên rizgarkirinê bigihînin deverê.

Hat ragehandin, jiber baranê rêya trêne têkçûye û trên ji hêla hesinê qelibiye.

Wezareta Tendirustiyê jî da xuyakirin, li gor agahiyên destpêkê 10 kesan canê xwe jidest dane û 73 kes jî birîndar in.

 

S. B