Li Serê Kaniyê şivanek ji encam teqîna bombeyekê birêndar bû

Li gundê Xirbet El-Benat yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê bombeyeke vedayî bi şivanekî de teqiya û bi giranî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundê Xirbet El-Benat yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê bombeyeke vedayî bi şivanekî de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, duhî ku Li gundê Xirbet El-Benat yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê bombeyeke vedayî ku ji bermayîyên DAIŞê bû bi şivanekî pez de yê bi navê Mihemed Elî El-Şelaş de teqiya.

Berdevkê Nexweşxaneya Roj a Serê Kaniyê Dilo Mihemed Elî ji K24ê re diyar kir, temenê wî şivanî 17 salî ye û dema gihiştiye nexweşxaneya Roj, rewşa wî ya tendirustî pir xerab bû, ji ber wilo jî bi şêweyekî lezgîn ew derasî odeya niştergeriyê bû û ta niha rewşa wî ne cîgir e.

 

S. B