Heşda Şeibî û PKK: Em yek in

Çekdarên Heşdî Şeibî yên Şî'î û endamên PKKê ve mil bi mil dane hev û dibêjin: “Em yek in”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên Heşdî Şeibî yên Şî'î  û endamên PKKê ve mil bi mil dane hev û dibêjin: “Em yek in”

Di girtevidyoyekê de ku li tûra pêwendiyên civakî hatiye belavkirin, tê de diyar dibe, Çekdarên Heşdî Şeibî yên Şî'î û çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê yên ser bi PKKê ve li Şingalê mil dane hev û dibêjin: “Em yek in. Lebeyke ya Hisên (Em xulamê te ne ey Hisên)”

Di girtevîdyoyê de endamekî YBŞê dibêje: “Em û hevalên Heşda Şeibî li xala sînorî rastî hev hatine. YBŞ û hevalên Heşda Şeibî niha em bihev re li ser sînor in.” Herwiha herdu alî diruşman davêjin û dibêjin: “Em yek in. Lebeyke ya Hisên”

Belavbûna vê girtevîdyoyê di demekê de ye, duh Serkirdeyê rêxistina Bedir ya ser bi Heşda Şeibî ve Hadî El-Amirî îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan serkeftinên mezin bidest xistine û gihêştine sînorê Sûriyê.

Îran di riya mîlîşyatên Heşda Şeibî re hewl dide riyeke zemînî di Iraqê re bo Sûriyê veke, da ku bigihe deryaya Spî, bo armancên xwe yên siyasî, ewlehî û aborî, ji bilî wê jî bo piştevaniya rêjîma Beşar Esed.