Sibe dergeha sînorî ya di nav Urdin û Sûryê de tê vekirin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Navxwe yê Sûrya Mihemed El-Şe'ar ragihand, ku wan li gel berpirsên Urdinê lihev kiriye, sibe dergeha sînorî ya Nesîb - Cabir bi Urdinê re bê vekirin.
El-Şe'ar ji Ajansa fermî ya nûçeyên Sûrî re got: Komîteya teknîkî ya Sûryê û Urdinê di vê derbarê de civiya bû û sibe wê dergeha Nesîb bi fermî bê vekirin.
Ji aliyê xwe ve, peyvdara bi navê Hikûmeta Urdinê Cumana Xinêmat, daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûryê tekez kir û ragihand, ku ew dergeh damareke serekî ye ji tevgera bazirganî re di navbera herdu welatan de û sibe wê dergeha Nesîb a sînorî bi fermî bê vekirin.
Piştî derketina xwepêşandanan li dijî rêjîma Sûryê di sala 2011an de, Hikûmeta Urdinê dergeha Nesîb girt û hin caran ji bo karên mirovî dergeh vedikir, lê ji sibe û pêve wê derî li ber hemûyan vekirî be.
N.O