K24 derbasî taxa Pîşesazî ya Reqayê bû

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku duh taxa pîşesazî li Reqayê kontrol kiribû, kamîreya K24ê derbasî wê taxê bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Reqa

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku duh taxa pîşesazî li Reqayê kontrol kiribû, kamîreya K24ê derbasî wê taxê bû.

Peyamnêrê K24ê duh ragihandibû ku, piştî 5 rojan ji şer li taxa pîşesazî ya li rojhilatê Reqayê, HSDê karî wê taxê bi temamî ji destê DAIŞê rizgar bike û dest bi palkirina wê taxê ji paşmayên DAIŞê bike.

Ev çend roj in, HSDê operayona girtina navenda bajarê Reqayê dest pê kirîye û heta niha çendîn tax li aliyê rojavayê bajêr wek taxa Romanî, Sebahiye, Meşlib û taxa Pîşesazî hatine kontrolkirin.