Perlemana Iraqê referandûma serxwebûna Kurdistanê red dike

Di civîna îro ya perlemana Iraqê de, bi piraniya dengan, referandûma serxwebûna Kurdistanê hat redkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna îro ya perlemana Iraqê de, bi piraniya dengan, referandûma serxwebûna Kurdistanê hat redkirin, perlemanterekê kurd di perlemana Iraqê de Rêbwar Taha diyar kir ku, “Tiştê me pêşbînî nedikir ew bû, ku bê gotûbêjkirin ew pirs avêtin dengdanê û nehiştin perlemanter nerînên xwe li ser bidin xuyakirin.”

Rêbwar Taha ji Kurdistan24ê re ragihand: “Redkirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, çaverêkirî bû, lê şêwazê ku dengdan li ser hat kirin, ne dihat çaverêkirin.”

Navhatî got: “Me daxwaz ji serokê perleman kir, berî xwendina biryarê û berî dengdanê, gotûbêj li ser bên kirin, lê mixabin serokatiya perleman ew nekir û di biryarê de hatiye, ku referandûm li Herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanî yên ji derveyî rêvebiriya Herêma Kurdistanê red dikin, herweha amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku yekîtiya axa Iraqê dikeve stûyê hikûmeta Iraq de. ”

Di xaleke din de, daxwaza gotûbêjandi navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.

Herweha Rêbwar Taha zelal kir,”Firakisyonên Kurdistanî yek helwest bûn û ji hola perleman derketin û civîn baykot kirin, biryare jî wek firakisyonên Kurdistanî bicivin, daku bighêjin biryarekê li ser berdewamkirina baykotê di rojên bê de.”