Perlemana Iraqê budce û yasaya hilbijartinan gotûbêj dike

Necîbe Necîb: Heger rêketin di nav serokatiya Perleman û serokên firakisyonan de nebe, wê zehmet be rêjeya yasayî di civîna îro de temam bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro perlemana Iraqê ji bo gotûbêjkirina pirojeyasaya budce û yasaya hilbijartinan dicive.

Endama Perlemana Iraqê ji firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Necîbe Necîb ji Kurdistan24ê re ragihand: "Kurd û Sunne li dijî pirojeyasaya budcê ne û di heman demê de jî Şî'e û Sunneş li ser yasaya hilbijartinan jî nakok in".

Necîbe Necîb got: "Heger rêketin li ser pirojeyasaya budceyê û yasaya hilbijartinan di civîna Îro de, di nav serokatiya Perleman û serokên firakisyonan de nebe, wê zehmet be rêjeya yasayî di civîna Perleman de temam bibe".

Ev yek di demekê de ye, duh jî ji ber temamnebûna rêjeya yasayî, civîna Perlemana Iraqê ji bo îro hat paşxistin.