Dû sînaryo hene bo hilbijatina serokê Herêma Kurdistanê

Perlemana Kurdistanê navên kandîdên pesindkirî bo serokê Herêma Kurdistanê ragehand, li gor rêkaran di hefteya dahatî de serokê Herêma Kurdistanê dihêt hilbijatin. Çend sînaroyek hene bo hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Perlemana Kurdistanê navên kandîdên pesindkirî bo serokê Herêma Kurdistanê ragehand, li gor rêkaran di hefteya dahatî de serokê Herêma Kurdistanê dihêt hilbijatin. Çend sînaroyek hene bo hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê.

Di van nêzîkan de Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) kanîdê xwe bo serokê perlemana Kurdistanê yekalî dike û kandîdên serokê Herêmê rê nadin wan biçin di nav hola Perlemanê de.

Li gor sînaryoyan, piştî hilbijartina serokê Herêmê, divê serkê Herêmê biçe di nav perlemanê de û sûnda yasayî bixwe, dûv re li piştî Cejnê, rêresmên dest bikarbûnê bû bihê kirin.

Sînaryoya dûyem jî ewe, ku serokê Herêmê hat hilbijartin, hem destbikarbûn û hem jî sûndxwarin bikeve piştî Cejnê, lê heya niha sînaryoya yekê bi gunacayîtir dihê zanîn.

Li gor ber pişka alîyan, postê serokê Perlemanê Bo YNKye û YNKyê dû kandî bo evê postê heye, perlemantarekê YNKyê jî dibêje: Di van nêzîkan de ev post yelalî dibe û dikeve piştî hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê.

Bo hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê ti kandîdek di dema piroseya dengdanê de naçe nav hola Perlemanê de û piştî temambûna piroseya dengdanê, tenê kandîdê serkevtî diçe di hola perlemanê de û sûdnê dixwe. Şêwaza dengdanê jî bi awayek aşkera dibe. Li gor rêkkevtina Partîya Demukrata Kurdistanê û alîyên din, serokê Herêma Kurdistanê 90 dengan bi dest xwe ve dihîne.