Rojmanevanek di teqîna başûrê Hesekê de şehîd bû

Rojnamevana Kurd Dilşan Îbiş, di teqîna duh ya li başûrê Hesekê de şehîd bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevana Kurd Dilîşan Îbiş, di teqîna duh ya li başûrê Hesekê de şehîd bû.

Duh li başûrî Hesekê, çekdarên DAIŞê bi 3 tombîlên bombebarkirî êrîşî koçberên Dêrezorê kirin, di encamê de bêhtir ji 50 koçberî bûn qurbanî.

Peyamnêrê K24ê ragihand, duh di dema romalkirina hatina koçberên Dêrezorê de peymanêra ajansa “Hawarê” Dilîşand Îbiş ku ji Kobanê ye di teqîna duh ya li başûrê Hesekê de, şehîd bû.