Kurdistan ENKS banga birêvebirina mangirtinan dike

ENKS banga birêvebirina mangirtinan dike

K24 – Navenda Nûçeyan  

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz kir ku, mangirtin li dijî girtina siyasetmedaran ji aliyê Asayişa Rojava ve, bêne lidar xistin.

Di daxuyaniya ENKSê de hat, di dema ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) berdewam e di kiryarên girtina serkirde û kadroyên ENKSê de û hemû mafên mirovan binpê dike. ENKS daxwaz ji hemû hêz û rêxistinên civaka sivîl û mafê mirovan dike ku bêdeng nemînin, ji bo serbestberdana endamên ENKSê.

Herwiha ENKSê daxwaz kir, ku roja Îna bê li bajarê Qamişlo li pêş mizgefta Selman El-Farsî ya li taxa Qenat El-Siwês li demjimêr 3 piştî nîvro mangirtin birêve here.