Pentagon: Me çekên dijî firokeyan nedane YPGê li Efrînê

Di beramber de, îro artêşa Tirkiyê sîstema berevaniya ezmanî li ser sînorên Efrînê bicih kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon) red kir ku çekên berevaniya ezmanî û mûşekên SAM yên dijî firokeyan tên bikaranîn, radestî YPGê li Efrînê kiribe.

Peyvdarê wezareta berevaniya Amerîka Adiryan Rankin got: Amerîka çekên berevaniya ezmanî ne daye hevpeymanên xwe yên Kurd li Sûrya.

Ev daxuyanî di demekê de ne, ku hin jêderên dijberên Hikûmeta Sûryê ragihandin, ku, hefteya derbasbûyî, karwanekî çekên dijî firokeyan û sîstemeke berevaniya ezmanî ji aliyê Amerîka ve gihiştiye destê YPGê û em çekana li Efrînê hatine bicihkirin.

Ew dengo jî belav bûye, ku Amerîka ew çek ji derveyî Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê, radestî YPGê kiriye.

Di beramber de, îro artêşa Tirkiyê sîstema berevaniya ezmanî li ser sînorên Efrînê bicih kir.