Oykut Orhan: Tirkiye yekalî dê Operasyonê bike

Pisporê Rojhilata Navîn ê Navenda xebatên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Oykut Orhan ji Kurdistan24 re ragihand ku, Tirkiye yekalî jî be, dê Operasyonê dijî rojhilatê Firatê lidar bixe

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporê Rojhilata Navîn ê Navenda xebatên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Oykut Orhan ji Kurdistan24 re ragihand ku, Tirkiye yekalî jî be, dê Operasyonê dijî rojhilatê Firatê lidar bixe.

Orhan diyarkir, PKK biryardarî PYD û YPG ye û ev yek ji alî her kesî vet ê zanîn. Amerika jî vê yekê dizane. Tirkiye PYD û YPG wekî terorist pênase dike û ji ewleyiya xwe re wekî gef dibîne. Liser pirsa ku, ji derveyî Tirkiye tu alî PYD – YPG wekî terorist nabîn e û gelo Tirkiye dikare vê yekê ji xwe re bike bîngehek Operasyonê dijî rojhilatê Firatê? Oykut Orhan got ku, Ji  Tirkiye re helwêsta aliyên din ne girîng e. Tirkiye dixwaze vê gefê ji hole rake û dê Operasyonê jî pêkbîn e.

Liser helwêsta Amerika ya balkişandina Tirkiye liser Operasyonek dijî rojhilatê Firatê? Oykut Orhan diyarkir: “Tirkiye ji helwêstên Amerika dilgiran e. Amerika herweha YPG di şerê DAIŞê de bi awayek taktîkî bikar tîn e”.

Ligor Oykut Orhan Operasyona Tirkiye hemberî rojhilatê Firatê dê sînordar be, Girê Spî û Serê Kaniyê armancên wê yên sereke ne.

Liser helwêsta xelkê deverê, ku naxwazin Tirkiye destwerdanê li rojhilatê Firatê bike û li bakur jî ev yek dikare rîskan bîne pêş Tirkiye? Oykut Orhan destnîşankir: “Xelkê deverê dixwazin, naxwazin babetek din e. Tirkiye guh jî nade, Amerika çi dixwaze, çi naxwaze. Ligor Tirkiye çi pêwîst e, ev e ya giring ji Tirkiye re”.