Cihan McGurk: Alîkariya Tirkiyê bo şerê DAIŞê girîng e

McGurk: Alîkariya Tirkiyê bo şerê DAIŞê girîng e
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet yê Serokê Amarîka di şerê DAIŞê de Brett McGurk dibêje, heger alîkariya Tirkiyê nebe, ew nikarin zora DAIŞê bibin.

McGurk li Wezreta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) di konferaseke rojnamevanî de ragihand ku, hevsoz û hevkariya Tirkiye di şerê DAIŞê girîng e û heger ne ji Tirkiyê be ew nikarin DAÎŞê jinav bibin. Piştî rizgarkirina Reqayê, ew ê ji bo aramkirina navçeyê dê digel Tirkiyê di nav hevkariyeke xurt de bin.

McGurk herwiha amaje kir ku, ew rêzeke mezin ji bo Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çavûşoglu digire.

Brett McGurk roja Duşem 15 Gulanê gihêştibû Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû. Piştre McGurk çûbû Rojavayê Kurdistanê û ligel fermandarên YPGê civiyabû.

2 roj berê jî, Çavuşoglu gotibû, Brett McGurk piştgiriya terorê dike û divê di şûna karê wî de kesekî din were diyarkirin.