Nîjadperestên Tirk daxwaza Operasyonek zû hemberî rojavayê Kurdistanê dikin

Partiyên nijadperest, gavek dikevin pêş hikûmetê û daxwaza operasyoneke zûtir dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên Tirkiyê di civînên heftane yên komên partiyên xwe de balkişandin ser rojavayê Kurdistanê, nakokiya navbera Tirkiye û Amerîkayê. Partiyên nijadperest, gavek dikevin pêş hikûmetê û daxwaza operasyoneke zûtir dikin.

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî dibêje, Amerîka derbarê cudakirina PKK û YPG de Tirkiyê dixapîne.

".. Rêveberiya Washingtonê derbarê rêveberên Qendilê de dayîna 12 mîlyon dolar xelatê ragehandiye. Demê vê biryarê biguman e. Nûnerê Amerîka yê Sûriyê dibêje, ew YPG wek rêxistineke terorê nabînin. Cudakirina YPG û PKK xapandin e û lîstik e."

Seroka Îyî Partî  ku ji MHPê cuda bûye dibêje, YPG bi piştevaniya Erdogan hatiye dirustkirin, bang li hikûmetê dike ku operasyoneke bejahî li bakurê Sûriyê bên encam dan, çi li rojava, çi li rojhilata Firatê.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan jî da xuyakirin, çeteyên bin kontrola Tirkiyê li Efrînê dest bi talanê kirin e, zarok û jinan direvîn in û daxwaza pereyan dikin. Buldan got, zeytûnên Efrînê ku, hatine talankirin, li Tirkiye û derveyê Tirkiyê tên firotin û ev bazirganî di bin çavdêriya hikûmeta Tirkiyê de tê kirin.

 

 

C.B