ENKS: Çareya herî guncaw bo Rojava rêkeftina Duhokê ye

Di çarçoveya avakirina herêma ewle li rojhelatê Feratê, serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêjin, çareya ji ne aliyê xelkên deverê ve were dayîn, nayê qebûlkirin. Ji aliyê xwe ve serkirdeyên ENKSê dibînin ku pêwîst e îro yek helwesteke Kurdî derbarê vê mijarê de hebe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di çarçoveya avakirina herêma ewle li rojhelatê Feratê, serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêjin, çareya ji ne aliyê xelkên deverê ve were dayîn, nayê qebûlkirin. Ji aliyê xwe ve serkirdeyên ENKSê dibînin ku pêwîst e îro yek helwesteke Kurdî derbarê vê mijarê de hebe. 

Di dema dawiyê de yek ji pirsên bo çareserkirina kirîza Sûriyê avakirina devereke ewle li rojhelatê Firatê ye, weke Serokê Amêrîka Donald Trump ragihandiye, lê dewleta Tirikyê fişarê dike ku ev herêm di bin kontrola wê de be û ji bo wê berê xwe da rêkeftina Edena ku ji nû bi hikûmeta Sûriyê re bivejîne . Serkirdeyên Rêveberiya Xweser bi tenê dibînin ku şêweyê çareserkirina krîza Sûriyê û bi taybet ya rojhelatê Firatê, gelê wê biryarê dide û ji bilî wê jî ti çare ji ti aliyan ve nayê qebûlkirin.

Peyvdarê PYD Salih Muslim li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Heta niha tiştek li ser erdê ji bo avakirina herêma bi ewle tune ye. Çi tiştê ku pêkhateyên Sûriyê yên li vir dijîn jê ne razî bin, nameşe û wê qebûl jî nakin.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wek beşeke siyasî ya Kurdî ya sereke li Rojavayê Kurdistanê li gefên Tirikyê bi awayekî cidî dinere û dibêje, pêwîstiya herî mezin bi avakirina yek helwesteke Kurdî heye û giringiya pirsa Kurdî ne kêmî giringiya pirsa Sûriyê bi giştî ye û çareya herî guncaw vegera bo rêkeftina Duhokê ye.

Sekretêrê Giştî yê Tevgera Çaksazî ya Kurd Feysel Yûsif dibêje: “Li ser gefên Tirkan, niha gelekî pêwîst e ku careke din li ser wê yekê bisekinin ku em herêmên xwe biparêzin berî ku em bibêjin ew herêm aram yan ewle be, pêwîstî bi yekhelwestiyê heye. Em hîna jî dibînin ku rêkeftina Duhokê bingeheke sereke ye ku em karibin danûstandinê siyasî, leşkerî û rêvebirî li ser bikin.”  

Piştî ku Encûmena Pîran Amerîka bi pesendkirina projebiryarekê, plana Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Efganistanê red kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, heger Amerîka sozên xwe bich neyîne, dê ew bi tena xwe herêma ewle li bakurê Sûriyê pêk bînin. Ev yek jî careke din metirsiyê dixe ser pêşaroja Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê.