52 sal biser şehadeta Faik Bucak derbas dibin

52 saliya şehadeta Serokê yekem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye ( T-KDP), zana û rewşenbîr Faik Bucak e

K24 – Navenda Nûçeyan

52 saliya şehadeta Serokê yekem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye ( T-KDP), zana û rewşenbîr Faik Bucak e.

Serokê yekem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye, Parêzer Faik Bucak di sala 1919an de li gundê Xedrayê girêdayî Sweregê li bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Di sala 1939an de Zankoya Dadweriyê li Uniwersiteya Stenbolê de xwend. Hîn di dema xwendina xwe de doza Kurdistanê ji xwe re kir rêç. Ligel Mustafa Remzi Bucak û Musa Anter Yûrda Xwendevanî ya Dicleyê damezrandin. Di sala 1945an de wekî dadwerê stajyer li Hetayê dest bi kar kir. Di sala 1947an de li Edenê û Sêwasê dadwerî kir. Lê, di sala 1956an de biryar da vegere ser ax a welatê xwe û dest ji karê dadweriyê berda. Wekî parêzerê serbest dest bi xebatê kir.

 Hîn di sala 1961an de, ligel çendîn zanyarên Kurd, Seîd Elçi û Omer Turhan re komîteya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur didamezrînin, ku di bin bandor û kargeriya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê de ye. Komîte 4 salan xebata xwe weha didomîn e û bi 5 kesayetiyan (Seîd Elçî, Derwêşê Sado, Omer Turhan, Şerafettin Elçî û Şakir Epozdemir) di 11ê Tîrmeh a 1965an de Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (T-KDP) dideynin. Piştî demek kin pêşniyar ji bo Faik Bucak tê, ew jî dibe endamê T-KDP û  Serokê Partiyê.

 Di demek kurt de Partî xebatên xwe berfereh dike û li Kurdistanê û qada navneteweyî de bi balkêşî tê şopandin. Di 4ê meha Tîrmehê 1966an de ji alî hin dijminên xwe ve bi sivikî tê brîndar kirin, lê roja paşî wê li nexweşxaneyê li Diyarbekrê canî xwe ji dest dide. Heta niha gûman li ser heye, ku bi destê hêzên tarî yên dewletê ve hatibe kuştin!

 Faik Bucak, herweha zanyar û nivîskarek bi navûdeng e.

 Yek ji helbestên rehmetî Faik Bucak:

 Sonda me mirin e di rêya te de welat
Sonda me mirin e di rêya te de welat

Kefen kirasê me ye ferman lihem li hilat
Hinc li me miriye ji bo me ma xebat
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan
Li ser tirba kuştinê kal û pir digrîne
Dil kezebê me gişkan tijî xwîn û birîn e
Xort û law qîz û bûk hemû sond xwari ne
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan
Bi lorîka mirinê em hatin pêçandin 
Liyandin şûna şîr em bi xwînê mijandin
Gazi werin xortno welat çû qedandin
Xwîna me hat firotan pê bikirin Kurdistan 
Em êsiriyê naxwazin ji me re rûmettir e goristan

 

 

 

C.B